Bi dirûşmeya “Bi nasnameya jina azad, emê tecrîdê bişikînin û dagirkeriyê têkbibin” tevgera Jinên Ciwan li Helebê komxebat li darxist.
Komxebat li hola Telit Heleb bi beşdarbûna dehan jinên ciwan li dar ket.
Piştî rêzgirtinê, komxebat li ser 2 xalan hat birêvebirin.
Ya yekê mijara tecrîda ser rêberê Apo ye.
Ya duyem êrişên dewleta Tirk û hedekirina jinên pêşeng.
Destpêkê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif axivî, di şexsê şehîd Zilan û sema tevahî şehîd bibîranî û got, gereke bi berxwedaniya şehîdan tevbigerin.
Perspektîfên Rêber Apo hatin jî xwendin.
Beşdaran jî, beşên komxebatê nîqaş kirin.