Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Hebûna me ya îro peyama herî mezine
June 22, 2023
8
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqs û Eşrefiyê yên Heleb daketin qadan û bi meşekê hedefkirina jinên pêşeng û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de hat gotin: Siyaseta faşîzma Tirk ji îbadet û tunekirina gelan mezintir e. Em xwediyên şoreşa jinê ne ku bi fikra Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin û wê bi ser bikevin. Her weha hat gotin, hebûna me ya îro peyama herî mezin e.