Çeteyên DAIŞ’ê êriş bir ser navçeya Mexmûr a Mûsilê, di êrişê 4 ji hêzên ewlekariyê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, çeteyên DAIŞ’ê êriş bire ser gundê Xetab a girêdayî navçeya Mexmûr a Mûsila Iraqê.
Di êrişê de 4 ji hêzên ewlekariyê hatine kuştin.
Her wiha hate ragihandin ku 8 sivîl jî birîndar bûne.
Têkildarî rewşa tenduristiyê ya sivîlan agahiyên zelal nehatin girtin.