Îro serê sibehê qedexeya derketina derve ya giştî li bajarê Tebqayê dest pê kir.
Bi zêdebûna jimara pêketiyên Coronayê re Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê biryara qedexeya derketina derve ragihandin.
Biryar îro kete meryetê û qedexeya giştî li bajar dest pê kir û heta 10 rojan dê dewam bike.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî heta niha 35 hezar û 819 kes bi Coronayê ketine, ji wan hezar û 364 kes mirine û 2 hezar 458 kes jî baş bûne