Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û zanîngeha rojava jî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Meclisê hedefgirtina navendên tenduristiyê, binesaziya herêmê, pêşeng û welatparêzan red kirin.
Her wiha bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku dawî li van sûcan bînin.
Dawiyê de hat gotin:
“Em soz didin ku heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.
Li Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişan, çalakiya konvedanê
Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî bo şermezarkirina êrişên dijî herêmê çalakiya konvedanê li dar xist.
Bi dehan şênî, rûspî, nûnerên meclisên xwecih, endamên saziyên sivîl, leşkerî, komîn û komîteyên Kombûna Jinan a Zenbûyayê tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de kesên axivîn hedefgirtina herêmê bi balafirên bêmirov şermezar kirin û gotin:
Divê çareseriya li Sûriyê bi tevlêkirina tevahî pêkhateyan û misogerkirina mafên wan be.
Zanîngeha Roja: Divê saziyên mafên mirovan dijî êrişan bêdeng nemînin
Zanîngeha Rojava jî bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwet û bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku li hember dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin.
Şêniyên Herêma Cizîrê li dijî êrişan peyama berxwedan û tekoşînê dan