Jinên Silêmaniyê şehîdkirina Lîman û Yûsra şermezar kirin

Jinên li Silêmaniyê û şêniyên Wargeha Mexmûrê bi çalakiyên cûda êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Jinên li Başûrê Kurdistanê li Sekoya Azadî ya Parka Silêmaniyê şehîdxistina Yûsra, Lêman û Firat bi daxuyaniyekê şermezar kir û got:

Bila dijminên azadiyê bizanibin, jinên Kurd êdî windabûnê qebûl nakin, ji bo serkeftinê amade ne, canê xwe feda bikin.

Em soz didin ku xebat û têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya jinan dewam bikin.

Gelê Mexmûrê êrişên dijî Rojava bi meşekê şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi meşekî girseyî êrişên ku li ser Rojavayê Kurdistanê û hedefgirtina sivîl û siyasetmedaran şermezar kirin.

Meş ji saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta parka Şehîd Aryen Cûdî dom kir.

Li wir Hevseroka Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak daxuyanî da.

Filîz êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got:

“Em îro her çiqasî hevalên xwe oxir dikin jî, lê em dizanîn ku ew hêza me ne, ew artêşa me ya ku weke ruh, mejî, me didin birêvebirin, têkoşîna me bilind dikin.

KJK: Civaka navneteweyî li hemberî êrîşan bêdeng e

Back to top button