PYD’ê geşedanên siyasî li Reqayê nîqaş kirin

PYD’ê bi dirûşma “Geşedanên siyasî û beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê” panelek li Reqayê li dar xist.

Di panelê de, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê, Sîhanok Dîbo axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê û cîhanê kir û got:

Wek rêveberî, ji destpêkê ve helwesta me diyar bû ku çareseriya aştiyane ye.

Lê me tu opozîsyonek nedît ku ne girêdayî aliyên derve ye.

Ji ber wê me rêya sêyemîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pejirand.

Dîbo anî ziman ku li gel van bûyeran û qewimînan, Rêveberiya Xweser beyannameyek danî ji bo ku aloziya li welêt çaresr bibe.

Beyanname ji 9 bendan pêk tê û ev beyanname bandor li cîhanê û cîhana erebî kir.

Însiyatîfa wê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî heye.

Dawiyê, beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman.

PYD’ê ji şêniyên Çilaxa re civînek li darxist

Back to top button