Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê derbarê qedexekirina zimanê Kurdî ya li Efrîna dagirkirî da zanîn li bajarên Kurdan zimanê Tirkî û Erebî tên ferzkirin û dixwazin qirkirina çandî pêk bînin.
KCK got: “Em hemû kiryar û êrîşên li hemberî gelê me pek tên red dikin û şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî vê siyaseta qirker şiyar bin û bi her awaî tekoşîna xwe geş bikin.”
Dewleta Tirk a qirker, li hemberî gelê kurd siyasetek têk birin û qirkirinê bi rê ve dibe.
Li herêmên dagirkerî û li pêş çanên cîhanê dewleta Tirk ziman Tirkî û Erebî li ser gelê kurd feriz dike.
Dixwazin li ser gelê kurd qirkirina çandî û fîzîkî pêk bînin.
Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê têkilî qedexekirina Kurdî ya li Efrînê daxuyaniyek da û tê de got:
”Li gel dagirkeran her cihekê ku destkeftiyên gelê kurd lê hebin, bi hemû şêweyan êrîşan dibe ser.
Tevî erişên fîzîkî, bi hemû cûreyên bişaftin û qirkirina çandî jî li ser gele me pek tîne.
Bi gotinên weke pirsgirêkên me bi Kurdan re nînin pirsgirêka me bi PKK ê re ye dixwazin dijminahiya xwe ya li hemberî gelê me veşêrin û qirkirina Kurdan rewa nîşan bidin.
Hêzên ku bi nav Kurd yên wek PDK û hevalbendên wan jî bi vê siyaseta qirêj a li dijî civaka me pêk tê re hevkarî û hevalbendiyê dikin.
Di encama van êrişan de bi hezaran Kurd tevî şervanên xwe hatin qetil kirin û bi sed hezaran Kurd jî, neçar man ku cih û warên xwe biterikînin.
Bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê, cih û warên Kurdan hatin xirab kirin û dest danîn ser hemû mal û milkên wan.
Li van herêman kiryarên weke destavêtina jinan, revandina keçên Kurd, dizî, girtin, êşkence û kuştin bê navber berdewam dikin.
Tevî çete û malbatên çeteyan, bi sed hezaran malbatên Ereb, Tirkmen hwd. li van cih û warên Kurdan hatine bicihkirin.
Tevî van pêk anînan, hemû sazî û dezgah, remz û pîrozi yên gelê me hatin texrîb kirin û ji holê hatin rakirin.
Tevî ku ev kiryar li gor qanûnên navnetewî weke sûcên mirovahiyê hatine pejirandin di serî de Yekîtiya Netewan li hemberî van kiryaran bêdengiyek heye. ”
Komîteya Perwerdê ya KCK bang li tevahî gelê kurd kir ku li himber vê siyaseta qirker têkoşîna xwe bilintir bikin.