Îran wê ji ber xistina balafira Ukranî 176 malbatî qerebû bike

Îran a balefira Ukrayna xistî û bûyî sedema mirina 176 kasan biryar da ku ji bo her malbateke qurbaniyan, 150 hezar dolar qerebû bide.

Ajansa fermî ya Îranê ÎRNA bi nûçeya xwe ya sipartî alîakrê Dadê yê Serokomariya welat ragihand ku ji bo qerebû kirina malbatên di xistina balefira Ukraynayê wezîran erê kiriye.

Di daxuyaniya hatî weşandin de wiha hat gotin:

Civata Wezîran biryar girtiye ku ji bo her malbat û xizmên wê yên balefira Ukraynî de hatî xistin, 150 hezar dolar bide.

Balafira Ukrayna 8’ê Çile 2020’an dema ji Tahranê berê xwe dida paytexta Ukrayna Kîevê ji aliyê Îranê ve hatibû xistin.

Di encamê de, 176 kesan jiyana xwe jidest dabû.

Ango ji balefirê kes xelas nebûbû.

Piştî bêdengiyekê rêveberiya Îranê li xwe mikurhatibû ku wan balefir xistiye.

Back to top button