QSD: Endamekî Hêzên Xweparastinê şehîd bû û 3 jî birîndar bûn

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa duh a li ser Zirganê de, endamekî hêzên xweparastinê şehîd bû û 3 jî birîndar bûn. Herwiha QSD’ê diyar kir ku idiyên wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ku dibêje 12 şervanên QSD’ê şehîd xistine derewand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrişên dewleta Tirk ên duh li ser Zirganê eşkere kir.

QSD’ê got: Di êrişa duh li ser Zirganê de, endamekî hêzên xweparastinê şehîd û 3 jî birîndar bûn.

QSD: Idayên dewleta Tirk ên şehîdxistina 12 şevanên me derewin

Derbarê îdayên dewleta Tirk ku dibêje wan 12 şervanên QSD’ê şehîd xistine jî daxuyanî da û got: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker di rojên 12 û 14’ê Mijdarê îdia kirin ku wan di van herdû rojan 12 şervanên me şehîd xistine,

Ev îdiayên wan derew in û ti şervanê me di van rojan de şehîd nebûn e.”

Back to top button