Lîderê muxalefeta Rûsyayê alexey navalny mir

Hat ragihandin ku lîderê muxalefeta Rûsyayê Alexey Navalny di girtîgehê de mir.

Navalny, yek ji dijberên herî tund ên Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di mehên dawî de ji bo girtîgehek li herêma Yamalo-Nenets a li nêzî Sîbîryayê hatibû veguhestin.

Di daxuyaniya ku îro ji aliyê saziya cezayê ya navborî ve hatiye dayîn de, hat ragihandin Navalny miriye.

Servîsa Girtîgeha Federal a Herêma Xweser a Yamalo-Nenets, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe hat weşandin, diyar kir ku Navalny piştî meşê “xwe baş nebû” û “di cih de ji ser hişê xwe çû.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku gazî personelên tenduristiyê kirine, lê nikarin Aleksey Navalny vejînin.

Hate diyarkirin ku ji bo tespîtkirina sedema mirina lîderê muxalefetê xebat tên kirin.

Back to top button