Li peravên Tunusê cenazeyên 5 koçberan hatin dîtin

Cenazeyên 5 ji 54 koçberên neqanûnî yên ku keştiya wan di dema hewldana koçberiyê ya li peravên başûrê Tûnisê de binav bû, hatin dîtin.

Li ser hesabê medyaya civakî ya Midûriyeta Giştî ya Parastina Neteweyî ya Tûnisê, der barê keştiya binavbûyî de daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Li peravên bajarê Zerzîsê keştiya ku nêzî 54 koçberên neqanûnî tê de bûn binav bû.

Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji aliyê hêzên ewlekariya hêzên deryayî ve hatibûn destpêkirin de termê 5 koçberên neqanûnî hatin dîtin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiya ji welatên cîran derketiye rê û tîmên Hêzên Deryayî û Parastina Sivîl xebatên xwe yên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Di 12’ê Sibatê de li peravên bajarê Binzert ê li bakurê Tûnisê 17 koçberên neqanûnî winda bûn.

Back to top button