Cenazeyê şehîd Nagîhan derbasî Bakurê Kurdistanê hate kirin

Ev 5 rojin, cenazeyê endama Akademiya Jineolojîyê Nagîhan Akarsel li balafirgeha Hewlêrê bi hinceta belge temam nebûne dihat rawestandin. Cenaze îro derbasî bakurê Kurdistanê hate kirin. Derket holê ku du şîrketên hewayî yên Tirk, veguhestina cenaze li ser daxwaza dewleta Tirk qebûl nekirin e.

Rojnamevan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmehê li ber mala lê dima ya li Silêmaniyê bi êrişeke MÎT’a Tirk hat şehîdxistin.

Endamên malbata şehîd Nagîhan û şandeyek ji HDP’ê ji bo cenazeyê wê bibin bajarê wê Koniya, 8’ê Cotmehê cenaze birin Hewlêrê.

Tevî ku bilêta balafirê ji bo cenaze jî hatibû birîn, 5 rojan cenaze li Hewlêrê hat rawestandin..

Derket holê ku şirketên ku bilêt birîne, li ser daxwaza dewleta Tirk, qebûl nekirin cenazeyê Nagîhanê bibin Tirkiyê..

Ev herdû şîrketên firînê yên Tirk ên nijadperest, ‘Pegasus û Türk hava yolları’ ne.

Piştî vê helwesta şîrketên Tirk, îro malbatê û şandeya HDP’ê cenazeyê Nagîhan Akarsel ji balafirgeha Hewlêrê di riya bejahî ve birin deriyê Îbrahîm Xelîl ê Silopiyê..

Cenaze Nagîhanê derbasî bakurê Kurdistanê hat kirin û ji wir ber bi bajarê wê ve tê birin.

Back to top button