Hêzil Ozgur: 8’ê Adarê hemû jin gihand hev

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û got:”8’ê Adarê jinên ku ji bo cîhaneke demokratîk û azad têdikoşin hemû gihand hev, sedsala 21’emîn sedsala jinê ye.”

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur têkildarî girîngiya 8’ê Adarê axivî.

hêzil ozgur diyar kir ku 8’ê Adarê gelekî bi wate û hêja ye û got:

Jinan li hemberî desthilatdariyê û sîstema ku mafên jinan desteser dikin, her tim serî hildan, li ber xwe dan, ji bo maf û azadiyê têkoşiyan.

Di dîrokê de dem bi dem raperînên jinan çêbûn û jinan ji bo maf û nasnameya xwe bi dest bixin, gelek pêşeng ji nava xwe afirandin.

8’ê Adarê jî wiha xwedî mîrateyek bi wate ye.

Rêber Apo dîroka desthilatdariyê, dîroka jinê û bi awayek giştî dîroka mirovahiyê ji nû ve nirxand û şîrove kir.

Hêzil Ozgur: Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîn geştir dibe

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê anî ziman ku bi azadiya jin û wekheviya jin-mêr civakek azad dikare were avakirin.

Niha jî li Rojhilat û Îranê jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşengiyê ji serhildanan re dikin. Eger jin di civakê de bi rêxistinkirî û îrade be, ti sîstema desthilatdar nikare wan asteng bike. Rêber Apo jî bal dikîşîne ser vê yekê û destnîşan dike ku jin bibin xwedî îradeyek serbixwe û azad, divê pêşengiyê ji têkoşînê re bikin.

Hêzil Ozgur: Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye

Hêzil Ozgur da zanîn ku weke hêzên YJA Starê niha ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşînek mezin didin û wiha bi dawî kir:

Weke ku Rêber Apo gotiye, sedsala 21’an wê bibe sala azadiya jin û civakê.

Em îro deyndarê Rêber Apo û şehîdên xwe hemûyan e ku têkoşînê jinê gihiştiye asta herî jor.

Tişta ku dikeve ser mil ew e em xwedî li keda wan derkevin, têkoşînê geş bikin û xeyalê wan ê azadiyê pêk bînin.

Back to top button