Li Parîsê Macron û Sunak civiyan

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak serdana Parîsê kir.
Di rojeva Sunak yê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re civiyayî de, şerê li Ukrayna û pirsgirêka koçberan hebû.

Rishi Sunak li Koşka Elysee ji aliyê Macorn ve hate pêşwazîkirin.

Sunak têkildarî keştiyên koçberan yên ji peravên Fransa berê xwe didin Îngilîstanê li rêbazeke çareseriyê digere.

Beriya biha jî rêveberiya Îngilîstanê daxwaza wê yekê kiribû ku di rewşek wiha de, divê koçber careke din li Fransayê werin vegerandin.

Lê Serokwezîr Sunak anîbû ziman ku hîna rêveberiya Parîsê ji bo pêşniyarek wiha ne amade ye.

Brîtanya dixwaze Fransa hêzên parastinê yên li peravê deryayê zêde bike û heta hêzên wan jî li herêmê çavdêriyê bikin.

Mîna rêveberên berê xwe, Sunak jî ji bo çareserkirina mijara koçberan, soz dabû hilbijêran ku vê pirsgirêkê çareser bike.

Di rojeva lîderan de, şerê li Ukrayna mijarek sereke bû.

Back to top button