Di nava dorpêçê de, HDP’ê çalakiyek ji bo şermezarkirina komkujiya Zaxo li dar xist

Bertekên li dijî komkujiyan dewleta Tirk a li Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibe.
Rêxistina HDP’ê ya Stenbol û Amedê komkujî şermezar kirin û daxwaza darizandina berpirsên wê kir.

HDP’ê ji bo şermezarkirin kokujiya li Zaxoyê li Stenbolê çalakiyek li dar xist.

Xelkê wê deverê jî tevli çalakiyê bûn û nerazîbûnên xwe nîşan daa.

Di çalakiyê de hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol daxuyaniye xwend.

Di daxuyaniyê de banga hat kirin ku berpirsên komkujiyê werin darizandin.

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî di çalakiyê de axivî got:

“Komkujiya Zaxoyê êrîşek ji êrîşên li dijî gelê Kurd e. Dev ji van lîstikên qirêj berdin.

Werin em bi diyalogê vê xakê bikin xakeke ronî.”

HDP’ê li Amedê komkujiya Zaxo şermezar kir

Li Amedê jî bi heman armancê HDP’ê daxuyaniyek ji çapemeniyê re da.

Hevseroka Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP’ê Gulistan Atasoy axivî û got:

“Ji bo ku ev komkujî pêk neyên tenê yek rê heye, ew jî avakirina aştiyê ye.”

Back to top button