Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyaman Newroza 2022 li tevahî gelan pîroz kirin. Di peyaman de hat diyar kirin ku Newroz bingeha pêkanîna rûmet û jiyana azad e. Bi Newrozê yekîtî û hevgirtina gelan xurtir dibe.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek da.
MSD`ê newroz li gelê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz kir û wiha got,
“Doza kurd dozeke neteweyî ye û divê li gorî pîvanên navneteweyî were çareserkirin”
MSD di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ji ber ku Newrozê tê wateya serhildan û azadiyê ji lewre jî gel cejna Newrozê wekî ku rojeke nû pîroz dikin.
MSD’ê di dawiyê de hêvî kir Newroz bibe destpêka aştiyeke mayînde li Sûriyê, herêmê û cîhanê û bang li gelên Sûriyê kir ku cejna Newrozê, bikin cejneke neteweyî ya fermî.
Rêveberiya Xweser: Bi Newrozê yekîtî û hevgirtina gelan xurtir dibe
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê Newroz li tevahî gelan pîroz kir.
Rêveberiya xweser di daxuyaniyê de ev got;
“Newroz yekitiya gelan û hevgirtina wan xurttir dike, israr û hêza berdewamkirina berxwedanê a ji bo jiyaneke azad zêdetir dike. Newroz ji sembolên dîrokî yên têkoşîn û yekitiyê ye.”
Rêveberiyê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku, Newroz nîşaneya berxwedanê ye ku gelê herêmê pê serfiraz e û wiha dewam kir,
“Kurd îro bi pêkhate û gelên din re hewl dide berxwedanê berdewam bikin, xwişk-biratiya gelan, yekitiyê û pirrengiyê bi rêya neteweya demokratîk pêk bîne.
Rêveberiya xweser di dawiya daxuyaniya xwede Newrozê li gel, malbatên şehîdan, koçberên Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî pîroz kir û got,
“Pêwîstiya me bi yekitiyê heye da ku Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin.”