Qendîl ji bo Newroza sibê amade ye

Amadekariyên Newroza ku demeke dihat kirin bi dawî bûn û qada Qendîlê ji Newrozê re amade ye. Bi hezaran Kurdistanî wê berê xwe bidin Qendîlê. Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen jî her kes dawetî tevlêbûna Newrozê kir.

Li seranserê Kurdistanê Newroz bi coşek mezin tê pîroz kirin.

Amadekeriyên pîrozbahiya Newroza Qendîlê ku wê sibê pêk were, bi dawî bûne.

Tê payîn ku bi hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê beşdarî Newroza li Qendîlê bibin.

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen bang li her kesî kir ku beşdarî Newroza Qendîlê bibin û hevre agirê Newrozê pê bixin.

Hunermend Kerîmxan Surçî: Wek bersivek dijî dagirkeran tevlî Newroza qendîlê bibin

Li aliyê din siyasetmedar, hundermend û çalakvan jî ji bo tevlîbuna Newroza Qendîlê bang li welatiyan dikin..

Hunermendê ku wê tevlî şahiya Qendîlê bibe, Kerîmxan Surçî Newroz pîroz kir û xwest her kes tevlî Newroza Binarê Qendîlê bibe û got:

“Wek bersivek ji bo dagirkeran, bang li hemû gelê Kurd dikim ku tevlî Newroza li Qendîlê bibin. Ji ber ku Qendîl cihê kerametê ye.”

Welatiyên Hewraman: Divê kurd bi heybet Newrozê pîroz bikin

Bi boneya hatina Cejna Newrozê welatiyên Hewreman ji Rojnewsê re axivîn.

Siyasetmedar Dr. Fayeq Gulpî Cejna Newrozê li hemû Kurdan û Rêber Ocalan pîroz kir û got,

Hêvîdarim ku ev Newroz bibe wesîleya aştiyê û çareseriya pirsgirêkên herêmê û têkoşîna li dijî desthilatdaran û dîktatoriyê.

Hunermend Bekir Ehmedawayî jî diyar kir ku Newroz cejna resen a Kurdî ye û got, “Divê Kurd zêdetir girîngiyê bidin vê rojê.”

Welatî Rengîn Marif Kakeyî û Karwan Hewramî jî Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kir û bang li herkesî kir ku vê Newrozê bikin wesîleya aştî û aramiyê.

Festîvala cejna Newrozê li binarê guwêje hat lidarxistin

Li Silêmaniyê jî Festîvala Cejna Newroza sala 2722’ya Kurdî li Binarê Guwêje hat li darxistin.

Di festîvalê de çalakiyên hunerî yên weke karê destan û xwarinên Kurdewarî hatin li darxistin.

Her wiha gelek hunermend û komên mûzîkê derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di festîvalê de cilûbergên Kurdî hat pêşandan û agirê Newrozê hat pêxistin.

Back to top button