HPG: Li herêma Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de li herêma Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Şerê li başûrê Kurdisanê yê di navbera Gerîlayên Azadiyê û artêşa Tirk a dagirker de didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê 24 saetên dawiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

“26’ê Cotmehê li Girê Cûdî û Girê Amediyê yên bi ser Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li leşkerên Tirk ên dagirker hate xistin.

Di encama çalakiyan de li Girê Cûdî leşkerek hate kuştin, derb li çeperekê hate xistin.

Li Girê Amediyê jî dagirkerên ku bi piştgiriya PDK’ê bi kepçeyan rê ber bi tunelên şer ve çêdikirin, hatin hedef girtin.

Li vê derê jî 2 leşkerên dagirker hatin kuştin, derb li kamerayeke şopandinê hate xistin.”

HPG’ê diyar kir 26 û 27’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî, dronên bombebarkirî, balafirên şer, helîkopterên êrişê û bi topan, herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Garê bombebarankirin.

HPG: Li herêmên Serhed, Zap û Xakurkê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Back to top button