Li Sûdanê çekdarên RSF bajarê Nyala kontrol kirin

Di şerê navxweyî yê li Sûdanê de, hevsengî tên guhertin.
Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) duyemîn bajarê herî mezin yê Sûdanê Nyala kontrol kir.

Nyala paytexta eyaleta Darfûr a Başûr e.

Ev yek dikare bandoreke zêde li şerê ku ev 6 mehe li welat pêk tê bike.

Hêzên Piştevaniya Bilez li paytext Xartûmê jî pêşdeçûnên mezin bidest xistin.

Artêşa Sûdanê jî hewil dide jimara baragehên li Xertûmê kontrol dike zêde bike.

Hikumeta Sûdanê beşeke mezin ji avahiyên xwe yên giştî veguhest Port Sûdanê ya li peravên Deryaya Sor.

RSF’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan navenda sereke ya artêşê ya li Nyala bi dest xistine û dest danîne ser hemû amûran.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, tê dîtin ku çawa çekdar pîrozbahiya kontrolkirina herêmê dikin.

Hat diyarkirin ku nexweşxaneyên li bajêr hilweşiyane û kolan tijî cenaze ne.

Nyala bajarekî stratejîk e ku Sûdanê bi Komara Afrîkaya Navîn ve girêdide.

Di nîvê meha Nîsanê de li welatê Afrîkaya Rojhilat di navbera artêş û çekdarên RSF’ê de şer derket.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûdanê, şerê ji 15’ê Nîsanê destpê kirin û heta niha bûye sedema mirina bêtirî 10 hezar kesî.

Her wiha 25 mîlyon Sûdanî hewcedarê alîkariyên mirovî bûn û 5,4 mîlyon mirov neçar man malên xwe biterikînin.

Back to top button