Iraq-Di heftiyekê de 400 DAIŞ’î û bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Ajansa Îstîxbaratê û Lekolînê ya Federal ya Iraqê têkildarî girtina bi sedan çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên madeyên hişber daxuyaniyek weşand.
Ajansê ragihand tênê di heftiyekê de 83 çeteyên DAIŞ’ê û 315 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Di daxuyaniya Ajansa Îstîxbaratê û Vekolînê ya Federal ya Iraqê de têkildarî mijarê ev agahî hatin parvekirin:

“Di nava heftiya borî de li parêzgaha Bexda û li hinek parêzgahên din yên Iraqê, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve 83 çeteyên DAIŞ’ê û 315 bazirganên madeyên hişber hatine binçavkirin.

Di heman operasyonan de 22 kîlo gram madeyê hişber yê ji cûrê krîstal jî hatiye desteserkirin.

Ajansê eşkere kir ku hêzên wan pêşî li bi sedan karên ne zagonî girtine, dest danîne ser 104 çekan û bombeyên çandî û nêzîkî 400 hezar hebên bêhişker hatine desteserkirin.

Herwiha di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di nava heftiyekê de pêşî li 150 hewildanên ne yasayî jî hatiye girtin.

Li Kerkûkê 3 berpirsên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Back to top button