Li Şengalê ji bo PKK 40 hezar îmze hat komkirin

Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li Şengalê 40 hezar û 446 îmze hatine berhevkirin..

Gelê Şengalê di destpêka meha Adarê de dest bi komkirina îmzeyan kirin û dinava Mehekê de 40 Hezar û 446 îmza hatin komkirin.

Îro bi amadebûna Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ, endamên sazî û rêxistinên Şengalê têkildarî encama kampanyê daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar ve hate xwendin.

Hat gotin: “Ji bo derxistina PKK ji lîsta terorê, wek saziya malbatên şehîdan ya Şengalê ev demeke, wek erk me ji xwe re dîtiye ku em li nav civaka xwe ye Êzidî bigerin û îmzeya kombikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li yekîtiya navdewletî û mafên mirovan hat kirin ku PKK’ê ji lîsta terorê derxînin.

Back to top button