Li Kerkûkê 3 berpirsên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di encama operasyona hêzên Iraqê ya li parêzgeha Kerkûkê de 3 berpirsên çeteyên DAIŞ’ê ku beşdarî gelek êrişan bibûn, hatin girtin.

Hêzên Heşdî Şebî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyonek li navenda parêzgeha Kerkûkê de 3 berpirsên çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û radestî dadgehê kirine.

Di daxauyaniyê de hate gotin:

Ji beriya çend rojan ev çetane êrişî baregehên artêşê kiribûn.

Di encama êrişê de jî 3 efser hatibûn kuştin û 6 karmendên hêzên ewlehiyê jî birîndar bibûn.

Li Iraqê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde buye

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2017’yan de Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî dawîbûna çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê ragihandibû.

Lê di van demê dawî de li çend parêzgehên Iraqê bi taybet li ser xeta herêmên di nava madeya 140 de carek din tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.

2 Serçeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin

Back to top button