Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarat û Ewlehiya Iraqê Ragihand wan 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtine.
Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarat û Ewlehiya Iraqê têkildarî mijarê daxuyeniyek weşand.
Rêveberiyê ragihand ku di çarçoveya operasyonên ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de, li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Li gorî agahiyan, yek ji çeteyên hatiye girtin, berpirsê tenduristiyê yê DAIŞ’ê ye.
Çeteyê din jî berpirsekî navdar ê berpirsyarê biryarên şer ên çeteyên DAIŞ’ê ye.
Di 11’ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ’ê li herêma Falka ya Kerkûkê êrişî leşkerên Iraqê kiribû
Di encamê de vê de jî 2 efserên artêşa Iraqê hatibû kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.