Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî

Li taxa Kaniya Kurdan a dikeve rojhilatê bajarê Kobanê agir bi zeviyên genim ket.
Ji ber şewatê hate ragihandin derdora 30 hektar zeviyên genim şewitî.

Şewitandina zeviyên xelkê herêmê yê bi armanca tunekirina çavkaniyên jiyanî dewam dike.

Îro li Kobanê ji ber sedemek ne diyar agir bi zeviyên genim ket.

Hate ragihandin agir li taxa Kaniya Kurdan a dikeve rojhilatê bajarê derketiye.

Cotkaran diyar kir ku agir derdora 30 hektar zeviyên genim û hinek baxçeyên li taxê da ber xwe.

Beriya ku şewat zêdetirî 120 hektarî bide ber xwe, erebeyên agirkujiyê şagir vemirandin.

Li Çilaxa 15 donim genim şewitî

Back to top button