Dewleta Tirk him penaberan dersînor dike, him jî di qada navnetewi de li gorî berwejewendiyê xwe bikartîne.
Li Tirkiyê penaber li ser sînoran tên êşkencekirin û girtin.
Li gorî daneyên fermî yên Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyê di meha pêşîn a sala 2023’an de hezar û 503 koçberên ji Efganistanê bi balefirên hatine kirêkirin, hatine dersînorkirin.
Hate diyarkirin tevî seferên normal ên balefiran 3 hezar û 755 koçberên ji Efganistanê hatine dersînorkirin.
Di meha pêşîn a sala 2023’an de bi giştî 10 hezar û 520 koçber hatine dersînorkirin û destûr nehatiye dayîn ku 20 hezar û 295 koçber jî, ji sînoran têkevin Tirkiyê.
Di sala 2022’an de jî, li gorî daneyên fermî yên Tirkiyê bi giştî 124 hezar û 441 koçber hatibûn dersînorkirin.