Mala Cîhad Qasim li hember du hezar dolarî hat firotin

Şer û aloziya li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dewam dike. Li Efrîn revandina welatiyan, birîna daran û desteserkirina malan û firotina wan didome. Li Bab, Idlib, Ezaz û gelek deverên din ên dagirkirî xwepêşandan li dijî nêzîkatiyên Enqere-Şamê de hatin lidarxistin.

Şer, alozî û krîza li herêmên dagirkirî dewam dike.

Tayîbet li Efrînê, mîna heroj çete welatiyan direvînin, malên sivîlan difroşin û talan dikin.

Herî dawî jî, yek ji çeteyên Sultan Mûrad mala welatiyê bi navê Cîhad Qasim firotiye.

Mala Qasim a ku dikeve navbera kolana Berîd û Tel West de, li hember du hezar dolarî hate firotin.

Mala Enwer Mistefa li hember hezar û 500 dolarî hat firotin

Mihemed Elîdan jî ku yek ji çeteyên Ehrar Elşerqiyê ye, mala welatiyê bi navê Enwer Mihemed Mistefa ê ji xelkê Dar Giriyê ye li hember hezar û 500 dolarî firotiye.

Li Efrînê çeteyan mala Ekrem Elî talan kirin

Vê sibehê jî girûpek ji kesên ku ji aliyê çeteyan ve li Efrînê hatine bi cih kirin bi ser mala Ekrem Elî yê ji gundê Dar Giriyê de girtin.

Li gorî agahiyan vê girûpê du textên Enerjiya Rojê, cerek xaz û gelek alavên elektrîkê ji mala Elî ya li Eşrefiyê dizîn.

Birîna daran li Efrînê dewam dike

Duh jî çeteyên Sultan Mûrad gelek darên Hûr û 15 darên zeytûnan birîn.

Ev dar jî milkên welatiyê bi navê Mihemed Seydo ne.

Li navçeya Silûkê turikê nan bi 7 hezar û 200 l.s tê firotin

Her weha Meclisa qaşo bi navê “Meclisa Herêmî” ya Girê Spî a dagirkirî, nirxê turikê nan li navçeya Silûkê kir duqat.

Nirxê her turikekî nan bi 10 L.T dihate firotin, lê niha bûye bi 20 L.T wate bi 7 hezar û 200 L.S dihat frotin.

Li hember vê biryarê hêrsa xelkê navçeyê zêdebûye.

Li gorî çavkaniyan, xwepêşandan li dijî vê yekê wê werin lidarxistin.

Herêmên dagirkirî- li dijî nêzîkatiyên Enqere-Şamê xwepêşandan didomin

Li aliyê din jî bertekên li dijî nêzîkatiyên di navbera Enqere-Şamê de zêde dibin.

Di bin dirûşmeya ‘Em ê bimrin û bi Esed re li hev nakin’ bi sedan xelkê Bab, Idlib, Ezaz û hin bajarokên Helebê yên dagirkirî daketin qadan û xwepêşandan li darxisitn.

Back to top button