Li navçeya Silûkê turikê nan bi 7 hezar û 200 l.s tê firotin

Meclisa qaşo bi navê “Meclisa Herêmî” ya Girê Spî a dagirkirî, nirxê turikê nan li navçeya Silûkê kir duqat. Li hember vê hêrsa şêniyên navçeyê rabû. Li gorî çavkaniyan, amadekarî hene ku sibe xwepêşandan li dijî vê yekê bên lidarxistin. 

Li gor nûçeya ajansa ANHA’yê Meclisa Herêmî ya Girê Spî nirxê turikê nan li navçeya Silûkê kir duqat.

Ev biryar li gel rewşa jiyanî ya dijwar û bihabûna zêde hat standin.

Her wiha nirxê her turikekî nan bi 10 L.T dihate firotin lê niha bûye bi 20 L.T wate bi 7 hezar û 200 L.S dihat frotin.

Li hember vê biryarê hêrsa xelkê navçeyê zêdebûye û bangewazî hene ku xwepêşandan wê werin lidarxistin.

Back to top button