Kobanê..Kujerê Huda û zaroka wê hat darizandin

Li Kobanê kesê bi navê Hisên Ebdo Ebas yê ku jina bi navê Huda El-Elî û zaroka wê bi îşkenceyê kuştibû li pêşiya gel hat darizandin û gel cezayê muebedê lê birî.

Li Kantona Kobanê, Hisên Ebdo Ebas ê 53 salî, Sibata 2020’an, Huda El-Elî ya 27 salî û zaroka wê bi îşkenceyê kuştibû.

Kujer Ebas, piştî Huda û zaroka wê recm kiribû, xwe radestî hêzên asayîşê ya Koban kiribû.

Darizandina Ebas ji wê çaxê, heya niha dewam dikir û hatibû xwestin kujer li ber gel bê darizandin.

Ji ber vê, li Navenda Çandê ya Baqî Xido platforma gel hat avakirin.

Di platforma ku cara ewil li Kobanê pêk hat de, gel cezayê muebeda giran li Ebas birî.

Di platforma Rêveberiya Meclisa Edaletê ya Firatê hat avakirin de, rêveberiya Xweser a Kobaniyê, Kongreya Star, Rêxistina Jinê ya Sara, Mala Jinê, gelek rêxistinên din, gelê Kobanê û malbata Huda û Ebas tevlê bûn.

Di Platformê de, kujer Ebas anîn ber gel.

Meqama îdiayê diyar kir ku cinayet bi awayekî plankirî hatiye kirin û wêneyên hatibûn girtin berpêşî heyeta platformê kir.

Heyeta dadgehê nêrîna xwe ragihand û diyar kir ku dikarin ji 3 salan heya cezayê muebedê, ceza bibirin.

Piştî pirsên gel û endamên platformê, hat xwestin 10, 15, 18 sal û cezayê muebedê bê birîn.

Di dengdayîna darizandinê de, gel cezayê muebedê li Ebas birî.

Her wiha hat xwestin ku Ebas 30 milyon pereyê Sûriyê bide 2 keçên xwe.

Back to top button