Nûnertiya HDP’ê: Binçavkirina endamên me nayê qebûlkirin û divê dubare nebe

Duh, Asayîşa PDK’ê 4 endamên nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê binçav kir û piştre ew berdan.
Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê diyar kir binçavkirin nayê qebûlkirin û hêvî kir ev yek careke din dubare nebe.

Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê derbarê binçavkirina endamên xwe ji hêla asayîşa PDK’ê ve daxuyaniyek da.

Nûnertiyê da zanîn partiya wan bi fermî li Başûrê Kurditanê kar dike û cihê karê wan jî fermî ye, ji ber wê binçavkirina endamên wan ji hêla PDK’ê ve nayê qebûl nekir.

Nûnertiyê ji Asayîşa PDK’ê xwest ger pirsgirêkek hebe divêji ji wan re bê gotin.

Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê ji PDK’ê daxwaz kir ku bûyerên bi wî rengî carek din dubare nebin.

Back to top button