Li Silêmaniyê ji bo girtina kujerê Şukrî Serhed çalakî hate destpêkirin

23 roj di ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut bi navê din Şukrî Serhed re derbas bûn. Heta niha jî kujerê wî nehatiye girtin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê li cihê şehîd Şukrî Serhed lê hatî şehîdkirin çalakî da destpêkirin.
Komîteyê ragihand ku heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ewê her hefte li cihê Şehîd Şukrî Serhed lê hatî şehîdkirin, çalakî li dar bixin.

Di 17’ê îlona 2021’an de, endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker.

Heta niha kujerê Şehîd Şukrî Serhed nehatine girtin.

Ji bo girtina kujerên Ş.Şukrî Serhed û czakirian wan, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê li cihê ku şehîd Şukrî Serhed li taxa Çarçira lê hatî şehîdkirin çalakiyek li dar xist.

Bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê tevlî çalakiyek bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji hêla endamê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê Amanc Hemereş hate xwendin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de got, “heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ewê her hefte li cihê Şukrî Serhed lê hatî şehîdkirin, çalakî li dar bixin, her wiha bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin belgeyên ku saziyên ewlekariyê gotibûn ewê eşkerebikin, bi raya giştî re nehatine parvekirin û ji saziyên peywendîdar hate xwestin ku di demeke herî nêz de kujerê Şehîd Şukrî Serhed bigirin.

Back to top button