Dewleta Tirk ya dagirker du sal berê ango 9’ê Cotmehê bi piştgiriya hêzên navnetewî êrişa dagirkirinê bire ser Serêkaniyê û Girê Spî,
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve, dewleta Tirk a dagirkerli Serê Kaniyê û Girê Spî qirkirinê dike.
PYD’ê bang li civaka navnetewî kir ku hovîtiya li dijî herêmên dagirkirî bi dawî bikin..
Berî 2 salan, ango 9’ê Cotmehê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi hevariya hêzên navnetewî, êrişeke dagirkeriyê ya berfireh li dijî bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî pêk anî..
Di êrişê de, bi sedan şervan û şêniyên her du herêman şehîd û birîndar bûn..
Her wiha bi dehhezaran sivîl koçber û derbider bûn..
Bi boneya salvegera 2. a dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî, Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da..
PYD’ê got:
“Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve, dewleta Tirk a dagirkerli Serê Kaniyê û Girê Spî qirkirina nijadî û komî didomîne.
Çeteyan li şûna niştecihên resen bi cih dike.
Dizî, talan, kuştin, revandin û her hovîtiyê pêk tîne.
Fidyeyan ji şêniyan distîne.
Xelkê her du herêman bi darê zorê koçber dike.
Demografiya diguhêre.
Siyaseta Tirkkirinê dimeşîne.
Em van sûc û hovîtiyê bi tundî şermezar dikin.
Her wiha bêdengiya navdewletî jî bi tundî şermezar dikin.”
PYD’ê di dawiya daxuyaniyê de, ev bang kirin:
“Divê civaka navnetewî, di serî de Neteweyên Yekbuyî û rêxistinên mafên mirovan, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bi dawî bikin.
Divê NY biryara çareseriya siyasî ya girêdayî Sûriyê pêk bîne.
Her wiha mafên Kurdan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bike.”