Azerbeycan piştî herêma Qerebax a Çiyayî kontrol kir, di navbera wê û Ermenîstanê de alozî gur bû.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan got; Ew dixwazin bi îmzekirina aştiya bi Azerbaycanê re, têkiliyên dîplomatîk bidin destpêkirin.
Paşînyan di foruma ku li paytexta Gurcistanê Tbîlîsê hat lidarxistin de axivî û got,
“Divê di mehên pêş me de Êrîvan û Bakû peymana aştiyê îmze bikin û têkiliyên dîplomatîk ava bikin.”
Paşînyan diyar kir ku Ermenîstan dixwaze sînorên xwe yên bi Tirkiyeyê re, ku hevalbendê nêzî Azerbeycanê ye, ji welatiyên welatên sêyemîn re veke.
Artêşa Azerbeycanê bi êrişa meha borî pêk anî, herêma Qerebaxa Çiya kontrol kir.
Rojek piştî operasyona 19’ê Îlonê, bi navbeynkariya Rûsyayê agirbestek pêk hat û rêveberiya cudaxwaz a Qerebaxa Çiya razî bû dest ji çekan berde.
Her wiha ragihand ku wê 1’ê Çileya 2024’an xwe fesih bike.
Piştî ku Bakûyê Qerebax kontrol kir, hema hema ji 120 hezar Ermeniyên li herêmê xwe koçberî Ermenîstanê bûn.
Rêveberiya Azerbaycanê ya bi sûcdariya “paqijiya etnîkî” re rû bi rû ma, her çiqasî garantiya mafê xelkê li herêmê diman dabe jî lê nekarî Ermeniyan bide bawerkirin.



