Lûtkeya Afrîkî ya 33’an li adîs ababayê tê lidarxistin

Li jêr slogana “tifingan bêdeng bikin û mercên guncaw ji bo geşdana Afrîkayê peyda bikin,” îro dosyaya Lîbyayê li ser masaya komxebata Lûtkeya Afrîkî ya 33an e.

Tê payîn îro serokê Misirî el-Sîsî, serokatiya lûtkeyê radestî serokê dewleta Başûrê Afrîkayê bike.

Îsal wê aliyên navdewletî jî tevlî lûtkeyê bibin û gelek dosyayan nîqaş bikin, nemaze rewşa Lîbya û çeteyên dewleta Tirk.

Berî lidarxistina vê lûtkeyê, nûnerê Giştî yê NYAntónio Guterres hişyarî dabû û gotibû:

Eger hîna dewlet çekan bişînin, wê ti çareserî ji bo Lîbyayê pêk neyê.

Ji aliyê xwe ve, serokê komseriya Yekîtiya Afrîkayê Mûsa Fekî jî teqez kiribû ku divê destwerdana derveyî li Lîbyayê raweste.

Back to top button