Şandeyeke Amerîkî serdana kampa Holê kir

Şandeyeke hevbeş a saziyên Amerîkî serdana Kampa Holê ya li Rojhilatê bajarê Hesekê kir.
Balyozxaneya Amerîkî ya li Şamê ji hemû welatan xwest ku welatiyên xwe li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî vegerînin.

Balyozxaneya Amerîkî li ser malpera xwe ragihand ku şandeyeke hevbeş a saziyên Amerîkî dawiyê hefteyê serdana Kampa Holê kiriye..

Li gorî wê, şandeyê xebatên vegerandina welatiyan ji bo welatên wan, alîkarî û pêwîstiyên ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hevkarên xwe re gotûbêj kirine.

“Divê hemû welat welatiyên xwe ji kampan vegerînin”

Balyozxaneya Amerîkî li Şamê ji hemû welatan xwest ku welatiyên xwe ji kampan vegerînin û ji bo dîtina çareseriyeke mayînde bi wan re bixebitin.

Di nava vê hefteyê de, şandeyeke Amerîkî bi serokatiya alîkarê cîgirê wezîrê karê derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich hatibû Rojavayê Kurdistanê..

Di civînên li gel MSD’ê û Rêveberiya Xweser de, teqezî li ser piştevaniya Bakur û Rojhilatê Sûrî kiribû.

https://www.facebook.com/syria.usembassy/posts/pfbid02JVw9B42m51yke8AqsHhc7Npfx5q2qYTJp81P8ek4PRftiQNYsTo4GcL8YEPuELTUl

Back to top button