Di wextekê de ku çeteyên DAIŞ’ê li ser destê hêzên Sûriya demokratîk li Baxozê têk diçin, Emerîkayê ragihand ku wan ti dem ji bo vekişandina ji Sûriyê diyar nekirine.
Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey ji Ajansa Reûtersê re axivî û wiha got;
Em texmîn dikin ku di navbera 15-20 hezar çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê hene.
Piraniya wan jî şaneyên veşartî ne.
Tenê bi sedan çeteyên DAIŞ`ê di kêmî yek kîlometre çargoşeyekê de mane.
James Jeffrey li ser çeteyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê girtîne jî ev tişt anî ziman:
Me çend caran bang li dewletan kir ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li cem QSD`ê ne girtîne bibin û darizînin.
Ji bo vekişandina hêzên me ji Bakurê Sûriyê ti dem diyar nekiriye.