HPG: Dewleta Tirk zextê li gel dike ku ji gund û zozanan derkeve

Dewleta Tirk a dagirker ku ji gerîla rojane derban dixwe û windahiyên mezin dide, zextên xwe yên li ser gel jî zêde dike.HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk li qada Geliyê Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê gef li gundiyan xwariye ku gundan û zozanan biterikînin.

Dewleta Tirk a dagirker ku li ber berxwedana gerîla nikare bi pêş de biçe û derbên giran dixwe zext û êrîşên xwe yên li ser gel zêde dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê dîyar kir ku dewleta Tirk li navçeya Şaxê ya Wanê zextê li gel dike da ku gund û zozanên xwe biterikînin.

HPG’ê destnîşan kir dewleta Tirk a mêtinger ku hewl dide li her qadê gelê Kurdistanê mexdûr bike û teslîm werbigire û wiha got,

“Bi taybetî vê dema dawî li qada Geliyê Masîro ya ser bi navçeya Şaxê ya Wanê bi gefan zextê li gundiyan dike ku gundan û zozanan biterikînin. Em bang li gelê xwe û raya giştî dikin ku li hemberî van zextan helwestê nîşan bidin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Hat diyar kirin 12’ê Tîrmehê qada Koordînê, derdora gundên Êdinê û Serarû yên herêma Metîna; qada Kurojehro yê herêma Zapê û Girê Şehîd Hawar, derdora çemê Lolanê û qada Goşînê ya herêma Xakurkê bi helîkopter û balafirên şer hatin bombebaran kirin.

HPG’ê da zanîn heman rojê li ser gelek qadên herêma Avaşînê helîkoper geriyan û da zanîn li ser destwerdana hêzên gerîla neçera man ji qadê dûr bikevin.

Back to top button