Salvegera şehadeta Dr. Ebdurehman Qasimlo

32 sal berê Sekreterê Partiya Demokrat a Kudistan-Îranê Doktor Ebdurehman Qasimlo û hevalên xwe li Paytexta Awusturya Vîyanayê ji aliyê hêzên Îranê de hatin şehîdxistin.
Dema ku lîderê Kurd Qasimlo hat şehîdkirin li dora maseya danûstandinan rûniştibû. Tevî ku 32 sal derbas bûn, lê hîn kujer nehatine darizandin.

Doktor Qasimlo 22’ê Kanûna sala 1930’î li gundekî bi ser bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

22’ê Çileya 1946’an dema ku li meydana Çarçira ya Mahabadê Komara Kurdistanê hate ragihandin Ebdulrahman Qasimlo 16 salî bû.

Xwendekarek bû ku xwe ji bo zanîngeha li Tehranê amade dikir.

Hilweşîna Komara Mahabadê, darvekirina Qazî Mûhammed li Çarçira û girtina bavê xwe li Tehranê dibihîse.

Li ser vexwendina Partiya sosyalîst a ku di sala 1948’an de li Çekos.lovak.yayê hate ser hikum, Komek Ciwanên Îranê berê xwe didin vî welatî. Di nav wan ciwanan de Qasimlo jî hebû.

Qasimlo di sala 1957’an de li Zanîngehê Pragê êdî bûbû hîndekar. Piştî bêdengiya 20 salan a Mahabadê, li Rojhilatê Kurdistanê sala 1967’an, di Newrozê de hinek ciwanan li hemberî rêveberiya Şah Pehlewî bi derfetên biçûk dest bi berxwedanê kirin.

Di sala 1973’an de Qasimlo bû sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î). Slogana wî ya kongreyê de jî ev bû, “Ji Îranê re demokrasî, ji Kurdistanê re xweserî.”

Qasimlo li zanîngeha Sorbonê ya Parîsê bû doktor û li vê derê ders da. Di Mijdara 1978’an de dema rejîma Şah Pehlewî hilweşiya, Qasimlo vegeriya Kurdistanê.

Di havîna 1978’an de Qasimlo çend caran çûbû serdana Hûmeynî û hin soz jê stendibû. Piştî ku Hûmeynî çû Îranê û piştî 10 rojan şoreşa xwe îlan kir, ji Kurdan re digot, “Ez ê we bibînim.”

Lê Hûmeynî di 28’ê Adarê de bi heyeta Kurdan re civiya û bi tu awayî nêzî muzakereyan nedibû.

Di 17’ê Tebaxa 1979’an de Hûmeynî ji bo Qasimlo got, “Ew dijminê Xwedê ye.”

Piştî ku Şerê Îran û Iraqê yê di sala 1980’î de despêkir, nêzî 10 hezar pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Qasimlo jî baregeha xwe biribû çiyayê Qendîlê. Di nîveka sala 1980’an de bi navbênkariya Sekreterê YNK’ê Celal Talabanî bi Tehranê re têkilî danî.

Herdu alî cara pêşîn di 30’ê Kanûna 1988’an de li hev civiyan. Qasimlo ji daxwaza “Perwerdehiya bi Kurdî, bila Kurdî bibe zimanê duyem ê fermî” daneket. Piştî mirina Hûmeynî Rafsancanî hate dewsa wî û muzakereyan dîsa dest pê kir.

Di 13’ê Tîrmeha 1989’an li Vîyanayê dema Qasimlo û hêzên Îranê li dora maseya danûstandinan rûniştibûn ew û hevalên xwe hatin şehîdkirin.

Qasimlo berî ku şehîd bibe di wê civînê de wiha dibêje:

“Hem ez ê destvala vegerim û hem jî ez ê bibêjim Îranê li ser otonomiya ku sond xwariye dixebite? Ez nikarim wiha bikim.”

Back to top button