Nivîskarê Kurd Haydar Işik li bajarê Munîhê yê Elmanyayê ji ber nexweşiya kansêrê jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Haydar Işik, sazî û rêxistinên Kurdistanî peyamên sersaxiyê weşandin.
Nivîskarê Kurd Haydar Işik 1’ê Îlona 1937’an li Dersimê ji dayik bû.
Işik, temenê xwe ji bo pêşxistin û xurtkirina têkoşîna azadiya Gelê Kurd da.
Ji bo Haydar Işik ku îro çû ser dilovaniya xwe sazî û rêxistinên Kurdistanî bi peyaman sersaxî ji malbata wî, û ji bo gelê Kurdistanê re xwestin
Federasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanya FCK BW-Bayern di peyama sersaxiyê de got:
”Li Kurdistanê bi avakirina civakeke wekhev, demokratîk, em ê welatê azad ku Mamoste Haydar xeyala wê dikir ava bikin.”
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê jî got “Xebatên Işik, ji bo gelê Kurd û mirovayetiyê bûn mîrate.
FEDA’yê jî ji bo Işik diyar kir ku ew mamosteyê hêja yê Kurdan û Elewiyên Kurd bû.
Heyva-Sor a Kurdistanê jî anî ziman ku Haydar Işik di jiyana xwe de tu carî dev ji têkoşîna azadiyê û xeta wê berneda.