QEYÛM KETIN ROJEVA PARLAMENTA SWÎSREYÊ

Dagirkirna şaredariyên HDP’ê êdî cihekî xwe di rojeva cîhanî de jî digire. Parlamenterên Partiya Sosyalîst erkdarkirina qeyûman li şaredariyên HDP’î xistin rojeva Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê û li dijî Tirkiyê daxwaza pêkanînan kirin.

Parlamenterên Parlamenta Neteweyî yên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Claûdîa Frîedl û Carlo Sommarûga pêşnûmeyek pêşkêşî Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê kirin.

Parlamenteran bal kişandin ser dagirkirina şaredariyên HDP’î û ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî Tirkiyê helwesta xwe bidin xuya kirin.

Parlamenter Claûdîa Frîedl bi bîr xist ku şaredarên Wan, Amed û Mêrdînê yên HDP’î bi rengekî nehiqûqî ji wezîfeyê hatin dûrxistin, li şûna wan qeyûmên ku ji aliyê Erdogan ve hatin destnîşankirin cih girtin.

Her wiha ji hikumeta Swîsreyê pirsî ku helwesta wê ya li dijî vê yekê wê çi be.

Parlamenterê Parlamenta Neteweyî Carlo Sommarûga jî destnîşan kir ku divê Swîsre li dijî vê bêhiqûqiya hikumeta Erdogan helwestê nîşan bide

Leave a Reply

Back to top button