Li Fîlîpînê ji ber bahoza megî jimara kesên mirîn derket 56’an

Bîlançoya qurbaniyên ji ber bahoza Megî ya li Fîlîpînê giran dibe.
Ji ber bahozê lehî rabû û erd şemitî.
Di encamê de heta niha 56 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Afrîkaya Başûr jî ji ber barana zêde lehî rabû û herî kêm 45 kes mirin.

Bahoza Megî bandoreke zêde li Fîlîpînê kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa Şînhua, hejmara kesên ku di lehî û şemitîna rojên dawî ya li Fîlîpînê de mirin derket 56’an.

Şaredarê bajarê Baybay ê eyaleta Leyte ragihand ku li 10 bajarên herêma ku herî zêde ji felaketê bandor bûne 47 kes mirin.

Gelek mal û kargehên ku di bin axê de mane nekarîne bên bikaranîn û 12 kes jî winda bûne.

Ji bo dîtina kesên windabûyî dron têne bikaranîn.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ku ji ber barana zêde demekê hatin rawestandin careke din despê kirine.

Ajansa Karesatê ya Neteweyî ya Fîlîpînê ragihand ku ji ber bobelatê li naverast û başûrê welêt 8 kes, li parêzgeha Samarê kesek mirin, 193 kes birîndar bûn û 28 kes jî winda ne.

Nêzî 200 lehî ji ber bahoza tropîkal a Megî li herêmên cuda yên naverast û başûrê welêt di hefteya dawî de hat ragihandin.

Di heman demê de herî kêm 30,000 malbat li stargehên lezgîn hatin bicihkirin.

Di wê karesata ku herî kêm 100 hezar kes bandor li wan kiriye de, tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li Fîlîpînan ku her sal derdora 20 bahoz û bager lê diqewimin, di sala 2013’an de ji ber bahoza Haiyan zêdetirî 6 hezar kes mirin.

Wê demê wêraniyeke mezin rû dabû.

Ji ber lehiya li eyaleta Kawzulu-Natal 45 kes mirin

Li Afrîkaya Başûr jî baranên demsalî bandorek zêde li jiyana rojane kir.

Li eyaleta KwaZulu-Natal a Afrîkaya Başûr ji ber barana zêde lehî rabû û herî kêm 45 kes mirin.

Back to top button