Macron: Le pen were hilbijartin wê şer derbikeve

Fransa ji bo hilbijartina serokomarê xwe wê 24’ê Nîsanê de carke din biçin ser sindoqan.
Pêşbaziya navbera Emmanuel Macoron û Marina Le Pen de dijwartir dibe.
Macron hişyariya wê yekê da ku ger, Le Pen were hilbijartin wê derî li pêvajoyeke şer were vekirin.
Le Pen jî vê yekê red dike.

Li Fransa tûra duyemîn ya hilbijartina Serokomariyê wê di 24’ê Nîsanê de pêk were.

Ji bo tûra duyemîn herdû namzetên di tura yekemîn de dengên herî zêde standî wê werin pêşberî hev.

Ew jî Emmanuel Macron û Marina Le Pen in.

Macron, anî ziman ku ji bo derxistina Fransayê ji YE projeyeke veşartî ya Marine Le Pen heye û wiha got:

Ger ev yek pêk were wê “vegera neteweperestiyê” çêbibe û ev yek wê bibe sedema “şer”.

Macron diyar kir ku Le Pen ji ber ku newêrîbû Fransa ji Yekîtiya Ewropayê derxîne, qal nekir û ev tişt anî ziman:

“Têkoşîna me ne tenê ji bo Fransayê ye, di heman demê de ji bo Ewropayê jî heye.

Rastgirên tund, projeyek e ku derketina ji Ewropaya ya veşartî ye.

Ez bi hemû hêza xwe li dijî vê projeyê me.

Ji ber ku ev vegera netewperestî û şer e. Ev ti carî nabe.”

Namzeta rastgirên turnd Le Pen bertek nîşanî axaftina Macron a li Strasboûrgê kirî da û got,

“Ti planên me yên derketina ji Yekîtiya Ewropayê û Herêma Şengenê tune.”

Di hilbijartina Serokomariyê ya 10’ê Nîsanê li Fransa pêk hat de, 12 namzet di pêşbaziyê de bûn.

Lê ji ber ku ti namzetekê nekarî dengên ji sedî 50 bidest bixe, hilbijartin ji bo tûra duyemîn ma.

Di tûra 2. a ku wê 24 nîsanê pêk were de, Macron û Le Pen wê careke din werin pêşberî hev.

Di tûra yekem de Macron 27,84 û Le Pen jî 23,15 deng standibû.

Her çend Macron di tûra duyemîn de bi avantajtir xuya bike jî, hilbijartinên îsal nîşan dide ku li gorî hilbijartinên 2017’an, wê encamên nêzîktir derbikevin.

Back to top button