Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqa bi slogana “Hişbir û bandorên wê li ser ciwanan” panelek li dar xist.
Panel li hola civînan a li bajarokê Mensora bi beldariya gelek ciwanan hat lidarxistin.
Di panelê de bijîşk Ebdullah El-Mebrok axivî û behsa cureyên hişbir û xeteriya wê li ser tevahî civakê, bi taybet li ser ciwanan kir.
El-Mebrok da zanîn ku kesên hişbirê dibin rûbirûyî guhartinên derûnî û bedenî kirin.
Ebdullah îşaret bi diyardeya belavbûna hişbirê û xeteriyên wê li ser civakê kir û anî ziman ”Divê têkoşîna li dijî hişbirê were kirin.”