Jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwedî mîrasek dewlemend a berxwedanê ne

Li hemberî êş û azarên 5 hezar sal, jin careke din radibe û bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên xwe radighîne.
Rêber Apo vê durişmê weke kurte nivîsa fesefeya xwe pênasekir..
Îro roj jî ev dirûşme li cîhanê li hemberî sîstema desthilatdar tê qîrîn.

Dewleta Îranê 522 sale desthilatdariya xwe li ser gel dide meşandin.

Lê hêviya gel ji bo serî rakirin û maf tucar bi dawî nebû.

Bi dehan caran ji bo maf di komkujiyan re hatin derbas kirin.

Îlon 1978 Xwepêşandan, serhildan û grevên girseyî li dijî polîtîkayên Şah Mihemed Riza Pehlewî derketin..

Ev yek bi çûna Şah û malbata wî bo sirgûnê bi dawî bû.

Lê serhildanana 1979’an ku jinan pêşengiya wê kir, cuda bû.

Di wê salê de biryarên herî tund li dijî jinan hatin girtin.

Hicaba bi zorê, bê destûra mêr derketin hêrsa jinan zêdetir kir.

Piştî 10 salan, sala 1989’an carek din dewleta Îranê kete nava qeyranek sîyasî û aborî

Carek din bi pêşengiya jinan gel daketin qadan, lê bersiva dewletê dîsan darvekirin û zilm bû.

Sal Tîrmeha 1999’an.

Xwendekar di nava xwepêşendanan de ne..

Jin di rêza yekem de ne. Bê mafî herî zêde jî li dijî jinê dihat kirin.

Bi sedan xwendekar hatin girtin û kuştin.

Kanûna 2017’an gelên Îranê li hemberî rewşa aborî ya xerab serî hilda.

Ya ji bo jiyanek aram û wek hev bi dest bixîne jin bedelên wan da.

Û desthildarî bi gendiliyê tawanbar kir..

Dîrok Îlona 2022’an nîşan dide.

Çirûska serhildana niha li Îranê jina Kurd “Jîna Emînî” ye.

14 Îlonê par polîsên Îranê ji ber biryarên hişk ên desthilatê Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiz kuşt..

Hêrsa jin û gelan di demeke kurt de li dijî dewleta Îranê ve guherî serhildanê.

Di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê, Rojhilata Navîn û tevahî cihanê dengek bilind dibe.

Diruşma jin jiyan azadî deng bide.

Êdî civak dawazên xwe keziyên azadiyê yên jinê de dibîne.

Têkoşîna tevgera azadiyê bû îlhama jiyanek nûjen û demokratîk.

Êdî rengê kulanan bi têkoşîna jinan tê xemilandin.

Serhildan 6 meh li pey xwe hişt.

Textê desthildatdariya dewleta Îranê tê hejandin…

Li dijî daxwazên jinan yên demokratîk û jiyana wekhev dewletê bi êşkence, girtin, kuştin û darvekirinan bersiv da gel.

Heman demê ev dibe serhildana herî dirêj li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Bi dehan jin cezayê darvekirinê li wan hat birîn.

Lê israr û vînê azadiyê ya jin û tevahî civakê, çiqasî bihêze derket pêş.

Êdî çirûsk bû pêt, dilop bû derya.

Jinan berdêla her gavê de canê xwe dan.

Tevahî desthilatdariyê dît, jina ku ji paradigmaya Rêber Apo xwe li ser lingan dihêle, ne gengaze wê ji hêvî û têkoşînê dur bixin e.

Jin bi biryarin bi têkoşîna xwe sîstema mêr-dewletê hilweşinin.

Ew jin e, ya ku tevahî civakê radike ser lingan.

Îro ne tenê jin, tevahî civak bi yek dengî di qêre û dibêje, dema jin, azad be wê civak azad be.

Back to top button