Saziyên jîngeh û çandiniyê yên herêma Cizîrê di biharê de dê bi hezaran daran li herêmê biçînin.
Ji bo çandina daran li herêma Cizîrê pêngava “Her ferdek darek” hatibû ragihandin û hîna jî dewam e.
Di vê derbarê de Rêveberiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê 7 hezar darên berhemdar û yên bejî amade kirin.
Wê rêveberî van daran di vê buharê de biçînin. Rêveberiyê diyar kir ku dibe ku jimara daran zêdetir bibe.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Cizîrê jî sala borî 27 hezar û 500 şitil belav kirin.
Her wiha îsal dest bi kesixandina darên di nava parêzgehan de kir da ku hejmara wan zêdetir bibe.
Her wiha bi rêya 5 şitilgehan derdora 20 hezar şitil amade kirin ji bo vê salê biçîne.
Li gel van kar û xebatan însiyatîfên civakî jî hene, wekî Însiyatîfa Keziyên Kesk ku bi rolek mezin radibe.
Partiya Kesk a Demokratîk 6’ê Adarê pênagava “Jîngeha me pêşeroja me ye” da dest pê kirin.
Û di çarçoveya pêngavê de dê 10 hezar daran li Bakur û Rojhilatê Sûrî biçîne.