Jinên ku pêşengî ji berxwedana gelê Kurd re kirin

Jinên ku pêşengî ji berxwedana gelê Kurd re kirin û navê xwe li dîroka azadiya jinê xistine hene. Ji Zarîfe heta Leyla Qasim, ji Besê Anûş heta Sakîne Cansiz, ji Zekiye Alkan heta Arîn Mîrkan di dîroka nêz de meşaleya berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê jinan ve hate vêxistin.

Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jin her tim bûne xwedî cihekî girîng.

Li Raperîna Başûr, li serhildanên Bakur, li şoreşa Rojava û şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, li Rojhilat jî di têkoşîna azadiyê ya gelan de, jinên Kurd bi rola pêşengiyê rabûn.

Ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê di heman demê de bûn navê azadî û berxwedanê li tevahiya Rojhilata Navîn.

Hin jinên pêşengên ên kurd ku navê xwe li dîrokê xistine hene.

Di destpêka sedsala 17’an de li Rojhilatê Kurdistanê di rojên berxwedanê yên Kela Dimdimê de.

Jinên Kurd Guher Xatûn û Perîzad Xatûn lehengiyeke mezin nîşan dan û şerê ji bo şikandina dorpêçiyê bi rêxistin kirin.

Zarîfe ku bi lehengî, wêrekî û şerkeriya xwe bal dikişand, weke gerîlaya destpêkê ya jin a serdemê cihê xwe di dîroka Kurdan de girt.

Meyan Xatûn ku di dîroka lîderên rûhanî yên Êzidiyan mîr de xwedî roleke girîng e.

Meyan di dema fermana 73’an a li ser Êzidiyan de bi saya kesayetiya xwe ya wêrek û otorîter de Êzidî li gel hev hişt.

Leyla Qasim ya ji Başûrê Kurdistanê di dema perwerdeya xwe ya zanîngehê de li ser mijarên jiyana wekhev a gelê Kurd mîna gelên din ên li Iraqê û mafên jinan kûr bû.

Leyla Qasim û çar hevrêyên wê di sibeha 12’ê Gulana 1974’an de hatin darvekirin.

Beriya bêne darvekirin li nava çavên celadan nihêrîn û “Ey Reqîb” xwendin.

Besê Anûş di nava tevgera PKK’ê de bû yek ji gerîlayên destpêkê yên jin.

Jineke din a ku beriya sala 1980’î tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû Hanim Yaverkaya (Havva) bû.

Hanim bi wezîfeya fermandariyê rabû, bi vî rengî li gorî çavkaniyên PKK’ê weke fermandara destpêkê ya jin cihê xwe di berxwedana gelê Kurd de girt.

Jina ku jiyana wê timî şer bû Sakîne Cansiz ( Sara ji ber ku pankarta bi nivîsa “Ji Kurdan re Azadî” hilda, li Îzmîrê hate girtin û çend mehan li girtîgehê hate hiştin.

Weke şoreşgereke jin a ku li zindanê pêşengî ji berxwedanê re kir, bû rûmeta gelê Kurd.

Jiyana xwe fedayî azadiya jinan û rizgariya gelê Kurd kir.

Back to top button