Li bajarê Qamişlo merasîma sersaxiyê ji malbata gerîlayê HPG’ê Hogir Qamişlo re hat li darxistin.
Beşdarên merasîmê bal kişandin ser fedakariyên şehîdan û têkoşîna gerîlayên azadiyê ji bo avakirina jiyana birûmet.
Li gorî daxuyaniyê, gerîla Hogir Qamişlo di 7’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo gerîlayê HPG’ê Hogir Qamişlo merasîma sersaxiyê li dar xist.
Konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hat vedan.
Tevî malbat, bi dehan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, kesên axivîn sersaxî xwestin û diyar kirin ku gerîla bi salan e bi îradeyeke xurt li hember êrişên hovane li ber xwe didin.
Dijmin bi êrişên li dijî gerîlayan û tecrîda li ser Rêber Ocalan dixwaze gel tune bike.
Lê bila dijmin bizanibe ku îrade, rêxistin û yekrêziya gel xurt e.
Li Kobanê şehîd Şahîn Cûdî bi merasîmekê hat bîranîn
Her weha Şêniyên Herêma Firatê bi merasîmekê şehîd Şahîn Cûdî bi bîra anî û soza domandina têkoşînê û têkbirina dagirkeriyê da.