94 rewşenbîrên Efrînê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin li ser dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk û ji bo rizgarkirina Efrînê bang kirin.
Rewşenbîran destnîşan kirin ku dermankirina birînên Efrînê barekî dîrokî ye li ser milê tevahî Kurdaneû işaret bi girîngiya hewldanên yekîtiya hêzên Kurd kirin.
Derbarê dagirker û qirkeriya dewleta Tirk ya li Efrînê, di nav de Ebdula Şikakî, Cemîl Reşîd û Xelîl Xemgîn 94 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamevanên Efrînê daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dagirkirina Efrînê derbasî sala sêyem bûye û heta niha bi sedhezaran şêniyên Efrînê li kampên Şehba, Heleb û deverên din şerpeze bûne û yên di hundirê Efrînê de mane jî li wan jiyan tê tengkirin da ku koçber bibin.
Dengên ji hundirê Efrînê derdikevin, didin xuyakirin ku ew di mal û gundên xwe de asê mane û bangê li wijdana mirovahî ya maye dikin, da ku jiyanê di asta herî kêm de rehet bikin, tiştê ku li wir diqewime jenosîde.
Ji ber tawankariyên li ser malûmilk, namûs û kesan tên kirin, êdî nema şêniyên resen yên Efrînê li herêmê bi aramî jiyan bikin.
Reşenbîran diyar kirin ku guhertina demografiya herêmê jî dewam dike û Tirkkirina deverê bi rêya sepandina zimanê Tirkî tê kirin.
Reşenbîran anî ziman ku dermankirina Efrînê barekî dîrokî ye ku dikeve ser milên Kurdan û bi taybetî dikeve ser milên partî, hêz û kesayetên Kurd ên xwedî bandor.
Her wiha ji wan aliyan tê xwestin ku li hev bikin û mala Kurdî bidin hev da ku bersivê li hemberî kampîneya jenosîdkirina giştî û sîstematîk ya li dijî Efrînê tê kirin, bidin.
Rewşenbîrên Efrînê teqez kirin ku ew jî tevlî banga Fermandarê giştî yê QSD’ê dikin û piştevaniya xwe ya ji bo avakirina yekrêziya mala kurdî dikin.
Di dawiyê de bang li aliyên navdewletî yên serpereştiyê hat kirin, ku doza Efrînê û deverên din ên dagîrkirî, di pileya yekemîn de deynin.
Her wiha koçkiriyên wan deverên dagîrkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe.