14’ê Kanûnê, wê gelek welat ji bo Rojava dakevin qadan

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê li gelek welatan meş ji bo Rojava pêk werin. Ji bo vê jî, Defend Rojava bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kir.

Di 14’ê Kanûnê de wê bi pêşengiya Defend Rojava, Women Defend Rojava û Rise Up for Rojava bi Slogana “Ji bo Rojava serhildan û meşa enternasyonalîst” Çalakî li welatên wek .

Elmanya, Swêd, Belçîka, Swîsre, Hollanda, Awûstûrya, Danîmarka, Fransa, Macarîstan, Norweç, Yewnenîstan, Brîtanya û Kanada pêk werin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şervan û gelên Rojava bi navê mirovahiyê berdêlên giran dan û mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşa li dijî nirxên li Rojava tenê li dijî destkeftiyên gelê Kurdistanê nîne û êrîş li dijî paradîgmaya jiyana hevpar a mirovahiyê ye.

Defend Rojava, di dawiyê de banga tevlêbûna meşan kir û got:

“Em bang li Kurdistaniyan, gelên dinyayê, jin, zarok, demokrat, rewşenbîr, mirovên çepgir û sosyalîst û her kesên ji xwe re dibêjin ew mirov in, tevlî meş û çalakiyan bibin.

Leave a Reply

Back to top button