Piştî senatoya Emerîkî ceza li ser Tirkiyê erê kir, wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ev yek red kir û diyar kir ku S-400 û bakurê Sûrî tenê bihane ne.
wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku, ew baş dizanin çima senatoya Emerîkî pêşnûmeya cezakirina Tirkiyê erê kir û got:
Sedema vê yekê ew e ku me derbeyek mezin li projeya Emerîka li bakurê Sûrî xist.
Ev ceza ji bo tasfiyekirina hesabên siyasî û hindirîn yên Tirkiyê ne.
Wezaretê di daxuyaniyê de bang li senatoya Emerîkî kir ku biaqilî tev bigire, da ku zerar negihêje armacên hevbeş yên Tirkiyê û Emerîka.
Ji aliyê xwe ve, berdevkê serokê Tirkiyê Ibrahîm Kalin jî ragihadn ku, eger kongress biryara cezayan li ser Tirkiyê erê bike, ev yek wê ti bandorê li ser bikaranîna S-400 neke.
Ji bo êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser bakurê Sûrî û kirîna S-400, duh komîteya senatoya Emerîkî pêşnûmeyek ji bo cezakirina Tirkiyê erê kir.